Tirkiye | Ji bo 64 gumanbarên alîkariya DAISê dikin biryara dersteserkirinê hat dayîn

18 January 2022 12:38 0 dîtin
Tirkiye | Ji bo 64 gumanbarên alîkariya DAISê dikin biryara dersteserkirinê hat dayîn

PeyamaKurd Li Tirkiyê, li 24 bajaran di çarçoveya lêpirsîna ser rêxistina terorê ya DAIŞê de, ji bo 64 gumanbaran biryara dersteserkirinê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, li gor hesabên bankeyan ku bi raporên MASAKê hatin tesbîtkirin, 64 bersûc ji ber ku alîkariya neqdî didin malbatên DAIŞê yên ku li Tirkiyê dijîn, derheqê wan da ji ber sûcê "fînansmaniya terorîzmê" biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ekîbên Rêveberiya Ewlehiyê ya Bajêr û Rêveberiyên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Fermandariya Cendirmeya Bajêr li 24 bajarên ku Enqere navend e, ji bo girtina gumanbaran xebatên xwe didomînin.