Rojava | HRW: Tirkiye bi qutkirina avê, Sam jî bi qutkirina alîkariyan kolerayê dijwartir dikin
PeyamaKurd – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan - Human Rights Watch (HRW) ragihand ku Tirkiye bi qutkirina ava ser Rojavayê Kurdistanê û rejîma Sûriyê bi astengkirina şandina alîkariyên tenduristîyê belavbûna nexweşiya kolerayê dijwartir dikin.
HRWê bi daxuyaniyekê diyar kiriye ku ji ber qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve, nexweşîna kolerayê li herêmê zêde dibe.
HRWê daye zanîn ku Tirkiye avê li hember Rêveberiya Xweser wekî çek bikar tîne û gotiye, “Desthilata Tirkiyê nahêle av bi awayekî têrker ji jêdera çemê Firatê derbasî Sûriyê bibe. Herwiha ava stasyona Elokê qut dike, ku ew jî jêderekî avê li herêmên Rêveberiya Xweser e.”
Cîgirê rêveberê beşa Rojhilata Navîn a HRW Adam Coogle daye xuyakirin: “Belavbûna Kolera ya wêranker, dê nebe nexweşiya herî dawî ku bi rêya avê belav dibe û bandorê li Sûriyan dike. Tirkiye dikare û divê, yekser dev ji alozkirina krîza avê ya li Sûriyê berde.”
HRWê bal kişandiye ser astengkirina gihandina alîkariyên tenduristî û kelûpelên din ji aliyê rejîma Şamê ve û diyar kiriye: “Şertên ku hikumeta Sûriyê li ser gihandina alîkariyan ferz kirine, hiştiye ku dezgehên xizmetên tenduristî û rêxistinên mirovî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin bi nexweşiyeke ku dibe bilez belav bibe re, rû bi rû bimînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin