Îsveç di derbarê Paludan ê ku li Îsveçê Quranê sewitandibû biryara girtinê da
PeyamaKurd – Dozgeriya bajarê Malmö ya Îsveçê, ji ber rastgirê tund lîderê partiya Stram Kurs ê yê Danîmarkayî Rasmus Paludan, li ber sefareta Tirkiyê ya Stockholmê Quranê şewitandibû, di derbarê wî de biryara girtinê da. Rojnama Îsveçê ya Aftonbladetê ragihandiye ku gelek kes û dezge ji ber heqareta li Quranê, doza ‘sûcê nefretê’ lê vekiribûn û Paludan neçûbû îfadê xwe nedabû, dozgeriya Malmöyê di derbarê wî de biryara girtinê da.
Paludan ji bo rojnamê ragihandibû ku polîsê Îsveçê û bi taybetî polîsê Malmöyê naxwaze wî biparêze. Ji ber wê, naxwaze here Îsveçê û çûna wî talûkeye û dixwaze îfada xwe bi vîdeoyê bide.
Dozgerê Malmöyê Adrian Combier Hogg û polîsê Stockholmêne xwestine ku li ser mijarê baixifin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin