Kesê li Îsveçê Quranê sewitand derket ku mîlîsê Hasdî Sabiye

01 July 2023 21:00 0 dîtin
Kesê li Îsveçê Quranê sewitand derket ku mîlîsê Hasdî Sabiye

PeyamaKurd – Kesê li Îsveçê Quranê şewitand yê bi navê Salvan Momika ku ji xelkê Iraqê ye derket ku berê endamê Tûxaya Îsa Bin Meryem ya bi ser tûxaya Îmam Elî ku di bin sîwana Haşdî Şabî de ne. Ji ber di 28 ê Hezîranê de Quranê şewitandibû, bûbû sedema berteka alema îslamî ûolên dinan, niha jî rûdan di rojevê de ye. Ew bi xwe ji xelkê Mûsilê ye û li navça Hamdaniyê hatiye dinyayê.

Piştî şewitandina Quranê di ser medya civakî de dîmenên wî hatin belav kirin ku di sala 2014an de bajarê Mûsilê ji terefê IŞİD ê de hat îşxal kirin, Momika endamê Haşdî Şabiye û ji grûba İsa İbn Meryem e. Dîmenên wî yên ku bi cilên leşkerî hatine kişandin darketin ser medya civakî. Hat ragihandin ku bi desteka Haşdî Şabî hêza mîlîsê ‘Şahînên Suryanî’ avakiriye. Piştî rizgarkirina Mûsilê, Partiya Yekîtiya Suryaniyan damezrandiye. Piştî tehdîdan sitendiye ji bo îltîcayê Almanya bike seredan kiriye lê Almanya qebûl nekiriye û çûye li Îsveçê bicîh bûye.

Dema Momika xwe daye naskirin, xwe weka ateîstan daye naskirin û 5 sal berê çûye Îsveçê.