Li Germiyanê êrîsî baregeha PDKê kirin û sewitandin
PeyamaKurd – Li nahiye Meydan a Germiyanê, komeke têkder do êrîşî baregeha PDKê kirin û şewitandin.
Li gor Berpirsê Navçeya Bemo ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li nahiya Meydan li Germiyanê Kemal Welî ragihand: ‘‘Nêzîkî 50 têkder girtin ser baregeha wan û ji bo selametiya endam û Pêşmergeyên xwe, ew ji baregehê derketin û têkderan baregeha wan şewitandine.’’
Kemal Welî herwiha destnîşan kir: “Êrîşkaran rê li ber tîma agirkuj girtin, da ku şewatê netemirînin.”heta hêzên emnî hatin, wan têkdaran baregeha PDKê şewitandin.
Hêjayî gotinê ye, çend roj e li Silêmaniyê alîgirên PKKê û komên ser bi Îranê ve, bi bahaneya xwepêşandanan êrîşî navendên partiyên siyasî, daîreyên hikûmî û hêzên emnî dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin