Li Germiyanê welatiyan êrîseke DAISê sikandin

05 September 2020 12:42 0 dîtin
Li Germiyanê welatiyan êrîseke DAISê sikandin

PeyamaKurd - Li devera Germiyan, êrîşeke DAIŞê ji aliyê welatiyên deverê hat şikandin.

Li gor berpirsê asayişa nahiya Kuleco ya bajarê Kifrî Şemal Ebdulrehman ragihand, derengiya şeva borî terorîstên DAIŞê êrişî gundê Qela kirin ku dikeve navbera Kulece û Gulale.

Herwiha Şemal Ebdulrehman diyar kir, gava terorîstan êrîş kirin welatiyên gund, bi çekên xwe bersiva wan dan û êrîşa wan şikandin.

Bi gotina wî efserê asayişê, di wî şerî de tenê welatiyek birîndar bû. Ew jî niha li Silêmaniyê tê dermankirin.