Wezareta Pêsmerge: Hêzên me li sînorê Germiyanê êrîseke din a DAISê têk birin

29 November 2021 10:44 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge: Hêzên me li sînorê Germiyanê êrîseke din a DAISê têk birin

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge di derbarê êrîşeke din a DAIŞê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir; îşev hêzên Pêşmerge li sînorê Germiyanê êrîşeke din a DAIŞê têk birin.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat diyarkirin: “Îşev di saet 22:18an de, terorîstên DAIŞê di êrîşeke tirsonek de li sînorê Kifrî êrîşî xaleke pasevanî ya hêzên Pêşmerge ya Fewca 3 ya Lîwaya 17 ya Piyade kir.”

Herwiha eşkere kir: “Hêzên Pêşmerge bi wêrekî, bi awayekî tund bersiva êrîşê dan û çekdar û terorîstên DAIŞê reviyan.”

Wezareta Pêşmerge da zanîn: “Niha rewş di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye.”

Ev di demekê de ye ku şeva borî di êrîşeke terorîstên DAIŞê de, ku bi rêya vedana bombeyekê li sînorê Kuleco, 5 Pêşmergeyên Kurdistanê şehîd bûn û hejmarek Pêşmerge jî birîndar bûn.