Li Geverê ji bo 36 sietan qedexeya kirina çalakiyan hat danîn

27 November 2022 01:07 0 dîtin
Li Geverê ji bo 36 sietan qedexeya kirina çalakiyan hat danîn

PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li navça Geverê ji bo 36 sietan qedexeya kirina çalakiyan hat danîn. Biryar ji aliyê parêzgeha Hakkariyê de hat dayîn. Ji ber Tirkiye operasyona Pençe-Kılıç dimeşîne û hêzên asayîşê agahî sitendine ku wê li navça Geverê di 28 ê mijdarê de heya ser sînor meş çêbibe, parêzgeh vê biryarê daye.

Qedexe di 27 ê mijdarê de siet di 08:00an de destpêdike û wê heya 28 ê mijdarê siet 20.00an dewam bike.