Parêzgeha Hakkariyê wextê qedexeya kirina çalakiyan dirêj kir
PeyamaKurd – Li ser biryara wezareta karên hundir ya Tirkiyê ku şaredarê Hakkariyê yê DEM Partiyê Mehmet Sıddık Akış ji ser karê wî girt û di şûna wî de qeyyûm danî, biryara berê ya qedexekirina çalakiyan ku 4 roj bû heya 10ê Hezîranê dirêj kir.
Li ser desteserkirina şaredarê Hakkariyê li bajarê Wanê û tayîna qeyyûm di şûna şaredar de bû sedema ku xelk û layangirên DEM Partiyê bikevin nav tevgerên protesoyê û çalakiyên din.
Dirêjkirina wextê qedexeya çalakiyan goya ji bo ber li çalakiyan bigrin û nehêlin DEM Partî tevbigere.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin