Li Girava Baliyê ferîbotekî noqav bû: 6 mirî û 3 wenda hene
PeyamaKurd – Li welatê Endonezyayê li Girava Baliyê ferîbotekî noqav bû û 6 kes mirin û 3 kes wenda ne. Serokê lêger û rizgarkirinê yê ajansa Baliyê Gede Darmada ragihand ku di ferîbotê de 41 rêwî û 12 muretebat hebûne. Ferîbota bi navê KMP Yunice ji eyaleta Rojhilatê Jawayê ji lîmana Ketapangê hereket kiriye û piştî nîv sieteka dinê noqav bûye.
Ferîbot diçû lîmana Gilimanukê ya Baliyê û piştî noqav bûye 44 kesên di ferîbotê de hatine rizgarkirin û 6 kes mirine. Darmada ragihandiye ku 3 kes wendane û bi sedema pêlên deryayê xwurtin, xebata rizgarkirinê bi zahmetî dikeve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin