Tekna masîvanan noqav bû: 4 mirî û 17 wenda hene
PeyamaKurd – Li peravên rojhilatê Kanadayê tekna ku ya Îspanyayê ye, li nêzî Newfoundland noqav bû û di encamê de 4 kes mirin û 17 kes wendane. Di teknê de bi temamî 24 kes hebûn. Ji wan 3 kes hatine rizgarkirin.
Rêxistina ewlehiyên peravên Îspanyayê ragihand ku tekne bi 450 km yan ji Newfoundland ê dûr noqav bûye û ji bo lêgerîn-rizgarkirina muretebatan xebatên wan dewam dikin.
Muretebatên di nav teknê noqavî ya bi navê Villa de Pitanxo de, 16 kes ji wan Îspanyol, 5 kes ji Perûyê û 3 kes jî ji Ganayê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin