Li Nepalê di lehî û hezê de 10 mirî û 7 wenda hene
PeyamaKurd – Li welatê Nepalê ku welatekî bakûrê Asyaye, bi sedema barana xwurt bariya, lehî rabû. Di nav 24 seetên dawiyê de baran qet nerawestiya û bû sedema mirina 10 kesan û hêjî 7 kes ji ber lehiyê wenda ne. Berdevkê polîs Dan Bahadur Karki ragihand ku:
“Herî kêm 10 kes mirin, 7 kes wendane û bi sedema heyelanan li 28 ciyan rê hatin girtin. Li gelek deveran rê û pir di bin avê de man.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin