Li girtîgehên Îranê 6 kes hatin bidarvekirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li girtîgehên bajarên Qezwên, Kirman, Refsencan û Bender Ebbas ên Îranê, îro danê sibehê 6 kes hatin bidarvekirin.
Hate zanîn ku li girtîgeha Kirmanê girtiyên bi navên Mîlad Kemalîpûr, Ferecullah Xaşî (Cemal Zihî), li girtîgeha bajarê Bender Ebbasê kesekî xelkê Efxanistanê yê bi navê Ebdullah Laştxûnî û kesekî din ê bi navê Hamid Mozefferî hatin bidarvekirin.
Li bajarê Refsencanê jî, kesekî xelkê Efxanistanê ku nasnameya wî nehatiye zanîn hate bidarvekirin.
Li girtêgeha navendî ya bajarê Qezwênê jî girtiyê navê wî bi Mihemed Qurbanî hatiye hatiye bidarvekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin