Li Îranê 4 girtî hatin bidarvekirin, 11 jî xistine dorê

10 December 2024 19:37 0 dîtin
Li Îranê 4 girtî hatin bidarvekirin, 11 jî xistine dorê

PeyamaKurd - Li gorî nûçeya Resedê Belûçistanê, li girtîgehên bajarê Zahîdan ê Sîstan Belucistanê, 4 girtîyên bi tohmeta madeyên hişber bi sêdarê hatibûn sizadan, hatin îdamkirin.

Hate diyarkirin kesên bi navên; Xudabexş Qenberzêhî (Berahûyî) yê temen 40 salî ku bavê 8 zarokan e, Omîd Husêynzayî yê temen 33 salî û girtiyek din ê bi nasnavê Direxşanî ku navê wî nehatiye zanîn li girtîgeha rêjîmê ya bajarê Zahidanê hatine bidarvekirin.

Dîsa roja Yekşema borî jî Ebdulxefûr Rezmdidê Rîgî yê temen 45 salî yê xelkê bajaraê Zahidanê ku bavê 4 zarokan e, bê hevdîtina dawî digel malbatê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bîrcendê hatiye bidarvekirin.

Hêjayî gotinê ye, li girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê jî 11 kes bo odeya takekesî bi armanca bidarvekirina wan hatine veguhestin.