Li Îranê 4 girtî hatin bidarvekirin
PeyamaKurd - Îranê cezayê bidarvekirina 4 kesan bi tohmetên bi madeyên hişber li girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê înfaz kir.
Li gorî ragihandina HRANAyê sibeha roja Yekşemê, 4 kesên ku bi tohmetên madeyên hişber ji aliyê dadgehê ve cezayê îdamê li ser wan hatibû sepandin, li girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê hatin bidarvekirin.
Hate diyarkirin ku kesên hatine îdamkirin; Dawûd Berehûyî, Seîd Mihemedpûr, Mehdî Elîekberî û kesekî din ê xelkê Efxanistanê bûye ku nav û nasnavê wî nehatiye zanîn.
Herwiha rojek berê jî jineke bi paşnavê Mehmûdîniya ya navê wê nehatiye zanîn jî li girtîgeha Adilabad a bajarê Şîrazê bi tohmeta kuştina zilamekî hatibû bidarvekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin