Li Sîraz a Îranê 2 girtî hatin bidarvekirin

29 September 2024 16:01 0 dîtin
Li Sîraz a Îranê 2 girtî hatin bidarvekirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li girtîgeha Adilabad a bajarê Şîraz ê Îranê, 2 girtî bi awayeke nihênî ji aliyê dezgeha dadê ya Îranê ve hatin bidarvekirin.

Navenda Mafê Mirovan a li Îranê, ragihandiye girtiyê bi navê Emîn Şehabî yê xelkê bajarê Îlamê, ku bi tohmeta kuştina bi zanebûn sizayê darvekirinê li ser hatibû sepandin, danê sibehê bi awayekî nihênî hatiye îdamkirin.

Dîsa girtiyekî din ê bi navê Husên Meqamî yê xelkê bajarê Ehwazê ku bi tohmetên madeyên hişber sizayê darvekirinê li ser hatibû sepandin jî îro Yekşemê sibehê li girtîgeha Adilabadê hatiye darvekirin.

Li gorî amarên Rêxistinên Mafên Mirovan, di nav 10 rojan de, li Îranê 13 girtî bi awayê nihênî hatine bidarvekirin.