Li girtîgeha Ûrmiyê gardiyanan girtiyekî Kurd bi îskenceyê kustin

19 May 2021 13:01 0 dîtin
Li girtîgeha Ûrmiyê gardiyanan girtiyekî Kurd bi îskenceyê kustin

PeyamaKurd – Li girtîgeha Ûrmiyê, di encama îşkeceya gardiyan de girtiyekî Kurd hat kuştin.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê ragihandiye, do bi şev girtiyekî Kurd bi navê Emîr Rizayî di girtîgeha Ûrmiyê de di bin îşkenceya gardiyanan de hat kuştin.

Herwiha agahî didin zanîn, ew girtiyê Kurd ku xelkê bajarê Ûrmiyê bû, pêr ji ber aloziya li nav zîndanê de derbasî hucreya takekesî hatibû kirin û bi tundî hatibû îşkencekirin.

Emîr Rizayî 10 sal berê bi tohmeta bazirganîkirin bi madeyên hişbir hatibû girtin û bi 20 sal zîndan hatibû mehkûmkirin.