Zindaniyê kurd yê di girtîgeha Ûrmiyê de veguhestine hucreya yekkesî
Zindaniyê kurd yê di girtîgeha Ûrmiyê de veguhestine hucreya yekkesî
PeyamaKurd – Dara Reşîdî girtiyê siyasî yê serdeştî ku 7 sal û 6 meh in di girtîgeha navendî ya Ûrmiyê de ye, meha îlonê bi fermana serokê vê girtîgehê bo hucreya ewlekariyê ya yekkesî hatiye veguhestin û nehiştine ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike.
Li gorî Tora Mafê Mirov a Kurdistanê radigihîne; ev girtiyê siyasî ku di dawiya sala 5an ê hukmê xwe de ye, bi fermana Xanzadeyê berpirsê girtîgeha navendî ya Ûrmiyê, roja 24ê îlona 2024an, ji beşa 4an bo beşa ewlehiyê ya yekkesî hatiye veguhestin.
Dara Reşîdiyê ku berê di beşa girtiyên siyasî û îdeolojîk de bû, par jî bo beşa 4an a tawanbarên edlî hatiye veguhestin.
Heman rapor bi bîr tîne ku Dara Reşîdî 5ê çileya paşîn a 2010an ji aliyê hêzên întizamî ve hatiye girtin û piştî çend salên di girtîgehên Neqde û Ûrmiyê de ji girtîgehê derketiye. Piştre 18ê çileya pêşîn a 2018an ji aliyê ajanên rêxistina îstixbarata pasdarên şoreşê ve li bajarê Mehabadê careke din hatiye girtin û ew birine navenda binçavkirina vê rêxistina leşkerî-ewlehiyê ya li Ûrmiyê û 07ê sibata 2018an ew xistine girtîgeha navendî ya Ûrmiyê.
Ev girtiyê siyasî ji aliyê şaxê sêyem ê dadgeha Înqilaba Îslamî ya Ûrmiyê ve bi tawana “kiryara li dijî ewlehiya neteweyî” bi endamtiya yek ji partiyên kurd a mixalif, bi 10 salên zindanê hatiye mehkûmkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin