Li Girtîgeha Ûrmiyê girtîyekî Kurd mir

13 July 2019 12:31 0 dîtin
Li Girtîgeha Ûrmiyê girtîyekî Kurd mir

PeyamaKurd - Li girtîgeha bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, girtiyek ji ber xemsariya berpirsên girtîgehê mir.

Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, roja 8 vê mehê li girtîgeha navendî ya Ûrmiyê, girtiyekî kurd bi navê Eşkan Mêhriyuş, ku ji ber madeyên hişber hatibû girtin, bi dilkutkê ketibû.

Li gorî agahiyan, berpirsên girtîgehê rê nedabûn wî girtiyê kurd derbasî nexweşxanê were kirin ji ber wê jî can dabû.

Li gorî agahî û amaran, di heyama çend mehên borî de herî kêm 11 girtî li girtîgeha Û rmiyê ji ber sebebên cur bi cur canê xwe ji dest dane.