Rojhilat | Li girtîgeha Sineyê girtîyekî Kurd bi îskencê hat kustin

04 November 2021 17:22 0 dîtin
Rojhilat | Li girtîgeha Sineyê girtîyekî Kurd bi îskencê hat kustin

PeyamaKurd - Li girtîgeha bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê girtiyê Kurd ê bi navê Xusrew Cemalîfer bi îşkence û lêdana karmendên girtîgehê hat kuştin, lê rayedarên girtîgehê vê red dikin û dibêjin, Cemalîfer xwe kuştiye.

Li gorî raporta Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan ên Îranê (HRANA), Xusrew Cemalîfer ê 26 salî ku bi tohmeta “kuştina du kesan” hatibû girtin û dema sê salan bû di Zindana Sineyê de girtî bû û li benda biryara dadgehê bû, roja Sêşemê 2yê Mijdara 2021an li Girtîgeha Navendî ya Sineyê di encama lêdana rayedarên girtîgehê de û ji ber ku ji serê xwe derbên giran xwariye, jiyana xwe ji dest daye.

HRANA ji zarê çavkaniyekî agahdar ve ragihandiye, roja Sêşemê Cemalîfer di korîdora benda karantînê ya Zindana Sineyê de bi girtiyekî re şer kiriye û diyar kiriye, Rayedarên zindanê bi batomê li Xusrew dane û wî jî di encama derban de jiyana xwe ji dest daye.

HRANAyê daye zanîn, piştî lêdanê ew girtî zû nerakirine nexweşxaneyê û di rapora xwe de gotiye: “Di vê bûyerê de bandora xemsariya perestyarê wî girtiyê han ê bi navê Ebdullahî û neşandina wî bo nexweşxaneyê di demek guncaw de, rol hebûye. Niha girtiyên din ên Zindana Sineê daxwaz dikin kamêrayên çevdêriyê yên korîdoran bên şopandin û herwiha daxwaz dikin mufetişên rêxistina zindanan û desthilata dadweriyê serdana zindanê dikin. Lê heta niha bersiva daxwaza wan nehatiye dan û atmosfêreke emnî li zindanê heye.”

Berpirsên Zindana Sineyê mirina wî girtiyê Kurd bi sedema lêdan û derbên li serê wî ketine red dikin û dibêjin, wî kesî xwestiye bi xwarina heban dawî li jiyana xwe bîne.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê jî ji zarê karmendên Nexweşxaneya Tewhîd a bajarê Sineyê belav kiriye, ti belgeyek li ser wê yekê neketiye destê wan ku wî ciwanî bi heban dawî li jiyana xwe anîbe.

Hengawê daye xuyakirin, termê Xusrew Cemalîfer di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de hatiye definkirin û rê nehatiye dayîn ku ti kes ji malbata wî termê wî bibîne.