Li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê 2 jin hatin îdamkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li girtîgehên bajarên Urmiye û Sine yên li Rojhilatê Kurdistanê, du girtiyên jin hatin îdamkirin.
Li gorî ragihandina malpera mafên mirovan Hengawê, îro 27ê Tîrmehê danê sibê li girtîgeha Urmiyê girtiyeke jin a bi navê Feranek Beheştî hat bidarvekirin.
Hat diyarkirin ku Feranek Beheştî xelka bajarokê Tîkab yê Rojhilatê Kurdistanê ye û 5 sal berê bi tohmeta kuştina zilamê xwe hatiye girtin.
Herwiha li girtîgeha Sine jî girtiyeke din a jin bi navê Suheyla Abidî hat bidarvekirin ku ew jî 8 sal berê bi tohmeta kuştina zilamê xwe hatiye girtin. Suheyla ji bajarokê Bîcar ê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin