Li gundekî Kerkûkê alaya DAISê hat daliqandin

21 December 2024 13:11 0 dîtin
Li gundekî Kerkûkê alaya DAISê hat daliqandin

PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Iraqê duh gundekî bajarê Kerkûkê dorpeç kirine ku ala DAIŞê lê hatibû bilindkirin.

Li gor jêderekî asayîşê, “Hêzeke asayîşê deriyê yek ji dibistanên gundê Xalidê yê bi ser navçeya Daqoqê ya li başûrê Kerkûkê dorpêç kirine piştî ku alaya lê DAIŞê hatiye daliqandin.” 

Wî jêderî diyar kir ku “Hêzên iraqî cebatên lêgerîn û lêkolînê li dijî sûcdaran dewam dike.” 

Hefteya borî jî li navçeya Hewîceyê ya bi ser Kerkûkê ve bûyereke bi heman rengî qewimîbî.

Ev geşedan di pêwendiyeke telefonî de di navbera Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê yê mesûlê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, Hemîş Falconer pêk hat û tê de got: “Di encama rûxana artêşa Sûriyeyê û terikandina çekên wê de, ji depoyên artêşa Sûriyeyê hejmareke mezin ji çekan hatine wergirtine.”