Li Hakkariyê ji bo 15 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

16 November 2022 23:56 0 dîtin
Li Hakkariyê ji bo 15 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Hakkariyê û temamê navçên wê qedexeya kirina çalakiyan hat ragihandin. Qedexe ji aliyê parêzgeha bajêr de hat danîn. Li gor biryara parêzgehê; kirina tevgerên weka rûniştin, ragihandina çapemeniyê, xwepêşandan, meş, grev, vekirina konan, vekirina stendan û tevgerên weka wan ji bo 15 rojan hatin qedexekirin.

Qedexe ji 15 ê mijdarê siet ji 00.01 ê şevê destpêkiriye û wê heya roja 29 ê mijdarê siet 23:59 ê şevê dewam bike.

Herkes an dezgeya ku bixwaze tevgerekî an ahengekî bike, divê îzna hêzên asayîşê û parêzgehê bistîne.