Li Helebê, li dijî Tirkiyeyê xwepêsandan hat kirin: Ji axên Sûriyeyê derkevin
PeyamaKurd-Li bajarê Sûriyeyê yê Helebê, bi pêşengiya Sengera Pêşevaniya Neteweyî, li hember operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, xwepêşandan hat kirin. Di xwepêşandanê de ji bo Tirkiyeyê hat gotin ku ‘Ji axên Sûriyeyê derkevin!’
Xelkê ku li Qada Saadullah El Cabiri ya Helebê li hev civiya, bertek nîşanî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan a ku dibe li dijî Rojavayê Kurdistanê operasyonekê bike de nerazîbûn nîşan da. Serokê Komeleya Tugaya Îskenderûnê Cemal Nesle axivî û got ku “Berhevbûna van welatiyan a li vê qadê, ji daxwaza dagirkirin û guhertina demografiyê ya Erdoganî re bersivek e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin