Li hember zilma çekdaran jinên Kurd derketin kolanan

21 July 2018 21:47 0 dîtin
Li hember zilma çekdaran jinên Kurd derketin kolanan

PeyamaKurd - Jinên Kurd derketin kolanên bajarokê Cindirêsê ser bi Efrînê li bakurê Sûrîyê û daxwaza serbestberdana girtiyan kirin.

Çavkanîyên niştecihî ragihandin, ku jin ji xizm û kesên girtiyan berê xwe dan pêşiya dadgeha eskerî ya çekdarên ser bi Tirkiyê ve, û daxwwaza azadkirina heşt girtiyên ku wan du rojan berî niha girtine kirin. Jinên nerazî herwiha hewldanên girtina xortan û niştecihên herêmê  şermezar kirin.

Çekdarên di bin sîbera artêşa Tirk de beriya niha bi 2 rojan 11 welatiyên Kurd ên Cindirêsê girtibûn, piştî îşkenceya giran 3 ji wan berdabûn lê 8 girtî hêjî di zîndana leşkerî de ne.

Li Cindirêsê çekdarên Feyleq el-Şamê dor li  malên Kurdan û hejmarek ji welatiyan girtin, xelk îşkence kirin, sivikatî bi jin û zarokan kirin û malên wan talan kirin.