Li herêma Biradost sivîlek di êrisa balafirên Tirkiyê de hat kustin

27 June 2019 11:43 0 dîtin
Li herêma Biradost sivîlek di êrisa balafirên Tirkiyê de hat kustin

PeyamaKurd -  Li devera Biradost ya bajarê Soran yê Başûrê Kurdistanê, ji ber bombebarana balafirên şer yên Tirkiyê sivîlek hat kuştin.

Duh danê êvarê balafirên Tirkiyê, bi hinceta hebûna hêzên PKKê li gundê Zîna Xelîl Beg li devera Biradost ya bajarê Soran dan.

Li gorî agahiyan, otomobîleka gundiyan ket ber êrişa balafiran û di encamê de kesek mir û yek jî birîndar bû.

Hat gotin ku ew kesên han birayên hev bûne. Navê kesê ku hatiye kuştin Mensûr Nafih (25 salî), navê yê birîndar jî Peşêw Nafih (20 salî) bûye.