Balafirên Rûsî herêma Efrînê bombebaran kir

26 September 2021 09:35 0 dîtin
Balafirên Rûsî herêma Efrînê bombebaran kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya êrîşên ser komên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve de, balafirên şer ên Rûsyayê êrîşên ser binkeyên çekdaran berdewam dikin û ji şevê din ve jî çend êrîş bi ser herêma Efrînê de pêk anîn.

Beriya hevdîtina Erdogan-Pûtîn a 29ê Îlonê ku çav li rê ye mijara Idlibê û derxistina komên çekdar car din were gotûbêjkirin, Rûsyayê û hêzên rejîma Sûriyê êrîşên ser çekdarên nêzîkî Tirkiyê zêde kirin.

Herî dawî şeva borî balafireke şer a Rûsyayê heta sibehê caran êrîşên asmanî li ser gundê Basilê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê pêk anîn ku hîn nehatiye zanîn bê ziyanên wan êrîşan çi ne.

Çavkaniyên medya Tirk jî ew êrîş piştrast kirine û dane xuyakirin ku piştî êrîşê ji ser sînorê Tirkiyê ambulans bo cihê bombebaranê hatine veguhestin daku birîndaran veguhêzin nexweşxaneyan. Derbarê encamên êrîşê de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.