Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê leskerekî Tirkiyê hat kustin
PeyamaKurd – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, bi rokêtan êrîşî artêşa Tirkiyê kirin û di encamê de leşkerek hat kuştin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, serbazekî artêşê di encama “êrişeke bi rokêtan” de li navçeya “Operasyona Çiqlê Zeytûnê” de can daye.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, êrîş do Pêncşemê ji aliyê “komên terorîst” ve hatiye pêkanîn, lê navê ti aliyekî nehatiye xuyakirin. Herwiha di êrişê de, leşkerekî Tirkiyê jî birîndar bûye.
Tirkiyê, di 20ê Çileya 2018an de Operasyona Çiqlê Zeytûnê da destpêkirin û êrîşî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kir û piştî şerekî dijwar di 24ê Adarê de, kontrolkirina herêmê ragihand

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin