Li Herêma Kurdistanê bi roketan li seha xazê ya Kor Morê xistin

26 January 2024 02:05 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê bi roketan li seha xazê ya Kor Morê xistin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li navça Çemçemalê li seha xazê ya bi navê Kor Morê bi roketan lêxistin

Li gor ragihandina Rûdawê; ji sehayê dengê alarma hawarê tê û tîmên asayîşê diçin ciyê bûyerê.

Sehas Kor Morê di sala borî û berya wê jî dabûn ber fuzeyên Katyûşa û zerarê dabûnê.

Heya niha, encama êrîşê diyar nîne bê çi zerara maddî û canî çêbûye.