Bo roketan li seha xazê ya Kor Morê xistin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li navça Çemçemalê bi roketan li seha xazê ya Kor Morê xistin. Roketên ku bi wan li sehayê xistine roketên Katyuşa ne.
Li gor şahidên bûyerê, roket îsabetê sehayê kiriye an kirine û teqînekî biçûk çêbûye. Hem di sehayê de şewat derketiye lê mirî û birîndar tinene. Li gor ragihandina îtfaiya Çemçemalê; agir hatiye vemirandin û zerara can û malî nebûye.
Heya niha kes bûyerê negirtiye aliyê xwe û kes nizane bê kî roketan avêtiye sehayê. Di demên pêş de dibe ku hinek rêxistin bûyerê bigrin aliyê xwe.
Di meha hezîrana borî de 3 caran bi roketan li seha xazê ya Kor Morê xistin.
Li gor rêjeyên şîrketa xazê ya Îmaratan Dana Gasê ku di seha Kor Morê de dixebite; rojane 452 mîlyon m3 xaz hildiberîne. Dana Gas ji cotmeha sala 2008an heya niha li Kor Morê hilberîna xazê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin