Bi 60 roketan li Îsraîlê xistin û Urdin seha hewayê ji bo temamê seferan girt

01 August 2024 23:48 0 dîtin
Bi 60 roketan li Îsraîlê xistin û Urdin seha hewayê ji bo temamê seferan girt

PeyamaKurd – Medya Îsraîlê ragihand ku bi 60 roketan li devera Celîle xistine û ji wan 60 roketan 15 heb ji terefê Îsraîlê de hatine îmhakirin. Piştî êrîşê dewleta Urdinê temamê seha xwe ya hewayî ji bo seferan girt.

Êrîşa Hîzbûllahê ya bi ew çend roketan, cara yekeme ku piştî kuştina fermandarê Hîzbûllahê Fûad Şukrî hatine avêtin ser axa Îsraîlê.

Li ser kuştina Fûad Şukrî, serokê Hîzbûllahê Hasan nasrallah gotibû bila bende bin dê ji her aliyê de dê êrîş herin ser Îsraîlê.

CNN a Amerîkayê çavkaniya xwe dibe ser Pentagonê û dibêje ku dê Îran û hevkarên wê di nav 72 seetan de li hemberê Îsraîlê êrîşekî mezin bide destpêkirin.