Bi roketan li seha xazê ya Kor Morê xistin

25 July 2022 23:10 0 dîtin
Bi roketan li seha xazê ya Kor Morê xistin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li navça Çemçemalê li seha xazê ya bi navê Kor Morê bi roketan li sehayê xistin û dengê alava hawarê hat ragihandin. Qeymeqamê Çemçemalê Remk Ramazan bo Rûdawê ragihandiye ku siet li dora 19.50 an bi sê roketan li sehayê xistine.

Ramazan ragihandiye ku tesbîta xesarê nekirine û nizane bê di êrîşê de zerara canî û maddî heye an na.

Hêzên ewlehiyê ragihandine ku piştî êrîşê di sehayê de şewat derketiye û mudaxeleyê agir kirine. Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê çûne sehayê û lêkolîn û lêpirsîna wan dewam dike.

Li gor doneyên şîrketa xazê ya Îmaratan Dana Gasê; rojane di seha Kor Morê de 452 mîlyon m3 hilberîna xazê têkirin û berê jî êrîşên roketî bo heman sehayê hatibûn kirin.