Li Herêma Kurdistanê perwerdeya ji dûr ve ya online dest pê dike
PeyamaKurd - Beşa yekem a kampûsa elektronî ya xizmetên zankoya Soranê, di du heftiyên pêş de xebatê li ser dike ku bi awayê online dest bi perwerdeyê bike.
Serokê zankoya Soranê Dr. Muslih Mistefa ji BasNewsê re ragihandiye, li gel hewkarên xwe me qonaxên dawiyê yên elektronîk kirina zankoya me gotûbêj kir. Herçend sala 2013ê de me destpê kiriye jî, lê ji ber krîza darayî me nekarî zûtir temam bikin.
Dr. Muslih Mistefa da xuyakirin; "Niha bi keyfxweşî ve em radigehînin ku beşek ji xizmetên kampûsa elektronîk a zankoya Soran bo mamostayan û xwandevanan û fermanberan dê bikeve kar, ku dê alîkareke mezin be bo ku bi awayekî hemdemî proseya xwandinê li zankoyê birêve biçe. Bi taybet bo rewşa wek a niha û belavbûna vîrusa korona û xweparastina mamosta, fermanber û xwandevanan giring e. Asankariyekî taybet e bo berdewamiya proseya xwandinê. Eger rewşa awarte dirêj bibe û xweparastin û mana li mal berdewam be jî dê waha proseya xwandinê her berdewam be.’’
Mistefa got: ‘’Ragirê fakulteyên zankoya me hatin erkdar kirin ku demekî herî kurt de amadekariyên pêwîst bo bicîhanînê bikin. Wek ‘’Beşa yekem a kampûsa elektronîk bi xizmetên xwe ve du heftiyên pêş de dê bikeve kar bo ji destpêka meha Nîsanê ve bi awayê online xwandinê destpê bike. Temam kirina proseyê peyvendiya online di navbera xwandekar û mamostayan de bi rêya aplîkasyona berdest ve nav kampûsa elektronîk a zankoyê ve dê ji sala nû ya xwandinê re piranî beşên fakûlte û beş û qonaxên din de bên bicîhanîn.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin