Li Herêma Kurdistanê xwendina online îro dest pê dike

02 May 2020 15:40 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê xwendina online îro dest pê dike

PeyamaKurd - Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê, hemû navendên xwandinê li Herêma Kurdistanê hatin daxistin, hinek xwendingehan bi rêya online dest bi xwandinê kirin.

Wezareta Perwerdê tevî ku rojane waneyên xwandinê bi rêya televîzyonê perwerdeyê dide, projeyek bi navê 'Xwendina Elektronîk' ragihandiye, ku portalek e û xwendekar dikarin serdana wê portalê bikin.

Wezîrê perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ragihand, ji bo her xwendekarekî kodekê taybet hatiye dirûstkirin ku dikare bi vê rê waneyên xwe yên li dibistanê xwandine bibîne û hatine tomarkin.

Perwerde dê li ser kanala perwerde û torên civakî bê dayîn


Wezaretê her wiha kenala xwe ya lokalî wê bike esmanî û îro li demjimêr 16:30 li ser heva destkird ya Nilesat dest bi pexşa xwe ya asayî dike.

Tevî hebûna pexşa wê li ser heva destkirda Nilesat wê bi rêya kompaniyên lokalî jî li seranserê herêma Kurdistanê pexşê wê hebe û her wiha li torên civakî û Facebookê wê berdest be.

Daneyên fermî yên derbarê perwerdê de li Herêma Kurdistanê


Hêjayî gotinê ye ku li Herêma Kurdistanê 15 zanîngehên hikûmî, 18 zanîngehên ne hikûmî û 14 peymangehên taybet hene.

Li Herêma Kurdistanê 6429 dibistanên hikûmî, 1.707.249 xwendekar û 120.658 mamoste hene.

Niha xwendin wê bi vî awayî be, lê eger di rojanên bê de koronayê bi temamî hat kontrol kirinİ demî her du wezaretên perwerde û xwandina bilind wê piroseya xwendinê asayî bikin.