Li herêmên erdhejê yên bakur, hisyariya lehiyê hat kirin

24 March 2023 16:00 0 dîtin
Li herêmên erdhejê yên bakur, hisyariya lehiyê hat kirin

PeyamaKurd- Saziya Kêş û Hewayê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Diyarbekir, Dîlok, Kilîs, Semsûr û Rihayê tê payîn ku baraneke zêde bibare. 

Di agahiyên ku ji aliyê saziyê ve hatin ragihandin de hat gotin ku dibe ji ber barîna zêde ya baranê, li van deverên navborî lehî rabin.

Li gorî texmînên saziyê, tê pêşbînîkirin ku li Diyarbekirê danê nîvrojê, li Dîlok, Kilîs, Semsûr û Rihayê jî êvarê û bişev baraneke bi hêza 21-50 kg/m2 bibare.

Li ser vê yekê hişyarî hat kirin ku divê li hember rewşên neyînî yên wekî lehî, birûsk, barîna zêde û bayên xurt bi baldarî bê tevgerîn.

Her wiha ji bo cihên bilind jî metirsiya şemitîna axê hat ragihandin.