Li Hewlêrê leskerekî Hevpeymaniya Navdewletî jiyana xwe ji dest da

05 May 2020 17:26 0 dîtin
Li Hewlêrê leskerekî Hevpeymaniya Navdewletî jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, ragihand ku leşkerekî wan li  Hewlêr li dûrî û şer û pevçûnan jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya îro Sêşemê ya Hevpeymaniyê de tê gotin, serbazekî wan li Hewlêrê jiyana xwe ji dest daye û li ser awayê mirina wî jî hat diyarkirin: "Derbarê sedema mirina wî leşkerî de lêkolîn tê kirin û em guman nakin ku bi koronayê miribe."

Hevpeymaniyê got, "Ji siyaseta Hevpeymaniya Navdewletî ye ku nasnameya kesê qurbanî belav nekin, heta kesên nêzîkî wî ji mirina wî bên agahdarkirin."