Li Hewlêrê nexwesxaneyek ji bo pêketî û fêrbûyên madeyên hisbir tê avakirin
PeyamaKurd – Li Hewlêrê bi biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji aliyê Şaredariya Hewlêrê li ser erdê ji bo avakirina nexwaşxaneyeke pêketî û fêrbûyên madeyên hişbir hatibû veqetandin, amadekariyên avakirinê destpê kir.
Li gor Serokatiya şaredariya Hewlêrê diyar kir, li ser erkdarkirina Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê, Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê, Serokatiya Şaredariya Hewlêrê erkdar kir ji bo veqetandina erd û avakirina nexweşxaneyeke ji bo pêketî û fêrbûyên madeyên hişbir.
Nexwaşxane wê li Hewlêrê li ser rûberê 20 hezar metre erd bê avakirin, ku ji aliyê Serokatiya Şaredariya Hewlêrê ve erd ji bo wê hat cudakirin û niha karkirina ji bo avakirina avahiya nexwaşxaneyê destpê kiriye.
Yekem car e li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê nexwaşxaneyek ji bo pêketî û fêrbûyên madeyên hişbir tê avakirin û dema pêş dibe hewkarekî baş bo parastina wan kesên fêrî madeyên hişbir bûne bên dermankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin