Xêrxwazê Kurd li Hewlêrê bi 3 milyon dolaran nexwesxaneyekê ava dike

13 July 2020 18:59 0 dîtin
Xêrxwazê Kurd li Hewlêrê bi 3 milyon dolaran nexwesxaneyekê ava dike

PeyamaKurd – Xêrxwzekî Kurd li Hewlêrê bi 3 milyon dolaran, nexweşxaneyeke çavdêrîya çir li Hewlêrê ava dike.

Nexweşxaneya Lalav ya çavdêrîya çir, ji alîyê bazirgan, Hacî Çolî li Hewlêrê tê çêkirin ku ji du qawişên mezin pêk tê û wê di her qawişekê de 20 text hebin.

Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî û Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed bi civîneke rojnamevanî ya hevbeş derbarê wê nexweşxaneyê de agahî dan.

Dr. Diovan Mihemed got, “Nexweşxaneya Lalv ya çavdêrîya çir li Hewlêrê, ji 40 textan pêk tê û ji alîyê kompanyaya Lalav tê çêkirin.”

Herwiha hat diyarkirin ku ev 10 roj in dest bi avakirina nexweşxanê hatiye kirin û piştî temambûna wê ji bo Tenduristiya Hewlêrê tê radestkirin.