Li Hewlêrê zilamekî bavê sê zarokan hat xeniqandin

17 June 2022 09:59 0 dîtin
Li Hewlêrê zilamekî bavê sê zarokan hat xeniqandin

PeyamaKurd – Li Hewlêrê zilamekî bavê sê zarokan, ji aliyê çend hevalên xwe ve hat xeniqandin.

Li gor polîsê Hewlêrê diyar kir, do li Hewlêrê zilamekî 30 salî bi navê Şêrzad Qadir Welî ji aliyê çend hevalên xwe ve hat xeniqandin.

Polîs eşkere kir, ew zilamê han û çend hevalên xwe, ku hemû Ereb bûne, çûne ji hevalekî xwe re otomobîlê bikirin, lê ji aliyê wan ve bi kindir hatiye xeniqandin.

Polîs herwiha eşkere kir, termî wî zilamê Kurd li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê hatibû avêtin.

Hat zanîn ku ew kesê hatiye kuştin, bavê sê zarokan bûye.