Zilamekî jina xwe ya xwediya 6 zarokan bi demançê kust
PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navça Cizîrê li gundê Guçlu, li mezra Kolgezerê, kesê bi navê A.E. (65) bi jina xwe ya bi navê Nesibe E. (49) re munaqeşe kir û paşî bi demançê lêxist. Nesibe E. birîndar bû. Nesibe E. xwediyê 6 zarokaye.
Li ser bûyerê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Nesibe E.ya birîndar bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya bi navê Selahattin Cizrelioğlu. Lê li nexweşxanê can da. Cenaze bo otopsiyê birin morga nexweşxanê.
Zilamê bi navê A.E. ji ciyê bûyerê reviya û niha tîmên cendirman ketine pey da ew bigrin. Sedema bûyere nehat fêmkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin