Li navça Reza zilamekî bi demançê li jin a xwe xist
PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Reza zilamekî bi demançê li jin a xwe ya bi nikâh a dînî xist û wê birîndar kir. Jin a 43 salî H.S. bi kurmamê xwe yê bi navê M.S.S. re li baxçê sîta ku tê de rûdinişt munaqeşe kirin. Zilam bi demançê 3 derba lê xist.
Li ser bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û jina birîndar birin nexweşxanê. Polîs ji bo zilam bigre, ket pey wî û lêgerîna polîs dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin