Li hewsa girtîgeha Qamislo erebeyek hat teqandin

03 September 2024 18:06 0 dîtin
Li hewsa girtîgeha Qamislo erebeyek hat teqandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 3yê Îlonê piştî nîvro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li hewşa girtîgehê otomobîlek teqiya.

Li gorî zanyariyan, teqîn li hewşa girtîgeha li taxa Um El Fursa a li aliyê rojhilatê bajarê Qamişloyê rû daye û otomobîlek teqiyaye.

Hate zanîn ku piştî bûyera teqînê ku sedema wê nehatiye zanîn, hêzên Asayîşê derdora girtîgehê dorpêç kirin.