Pistî Qamislo li Hesekê jî motorsîklet di nav sivîlan de hat teqandin

23 October 2019 18:48 0 dîtin
Pistî Qamislo li Hesekê jî motorsîklet di nav sivîlan de hat teqandin

PeyamaKurd – Îro nîvro piştî teqîna mînîbusekê li navenda bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, li navçeya Şedadê ya Hesekê jî motorsîkletek di nav sivîlan de teqandin.

Li gorî zanyarinan li demjimêr dor 15:00  motorsîkeke bomberbarkirî li navçeya Şedadê teqiya û di encamê de sivîl birîndar bûn.

Hat zanîn ku teqîn li kolana Mizgefta mezin a naverasta navçeya Şedadê rû daye û sivîlên birîndar jî bo nexweşxaneya navçeyê hatine veguhestin.

Guman heye ku herdu êrîşên îro yên li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê şaneyên terorîstên DAIŞê ve hatine kirin.