Li Hindistanê li stasyona trênê îzdiham: 18 mirî

16 February 2025 13:29 0 dîtin
Li Hindistanê li stasyona trênê îzdiham: 18 mirî

PeyamaKurd - Li paytexta Hindistanê, Delhiya Nû, di encama îzdihama li stasyona trênê de 18 kes mirin.

Hate zanîn ku bûyer dema ku xelkê dixwest li trênên ku diçûn merasîmeke olî siwar bibin, pêk hatiye.

Doktor Ritu Saxena ji Nexweşxaneya Lok Nayak a Delhiya Nû ragihad, piraniya kesên mirî ji ber kêmbûna oksîjenê yan jî birînên giran mirine, 11 kes jî birîndar in.

Wezîrê Rêhesinê yê Hindistanê Ashwini Vaishnaw ragihand ku li ser bûyerê lêkolîn dest pê kiriye û seferên trênan hatine zêdekirin. Serokwezîr Narendra Modi jî xemgîniya xwe nîşan da û ji bo birîndaran dua kir.