Vagona trênê ji ser rêya hesin derket: 8 mirî û 60 birîndar
PeyamaKurd – Li Hindistanê li eyaleta Bengalê trêna barhilgir û trêna rêwiyan li hev ketin, di qezayê de 8 kes mirin û 60 kes birîndar bûn. Bûyer di wexta sibê de, li devera Jalpaiguri çêbû û sê vagonên trênê ji ser rêya hesin derketin. Vagonekî jî li hewa ma.
Piştî bûyerê gelek ambûlans û têmên rizgarkirinê çûn ciyê bûyerê.
Li gor rêvebiran; xeta ji mirovan çêbûye, wê lêpirsîneka kûr bikin û li gor lêpirsîna heya niha; weke ku ajotvanê trêna barhilgir îşaretê nedaye ber çav.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin