Li Venedîkê otobus ket ser rêya hesin û 21 kes mirin
PeyamaKurd – Li bajarê Îtalyayê li Venedîkê otobusa rêwiyan ji ser rêya bejayiyê ket ser rêya hesin û li gor niha 21 kes mirin. Li gor çapemeniya Îtalyayê otobus dema ji pira navbera Mestre û Margherayê ku bi hev ve gire dide, ket ser rêya hesin.
Otobus ji 15 mt bilindahiyê dikeve ser rêya hesin û agir pê dikeve. Di qezayê de 21 kes mirine û 12 kes birîndar bûne. 4 an 5 kes jî wenda ne.
Şaredarê Venedîkê Luigi Brugnaro, ji bo kanala Rainews24ê ragihandiye ku bûyer tam trajediye, piraniya miriyan biyanî ne û li ciyê bûyerê pasaportên Ûkraynayiyan dîtine.
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni peyama sersaxiyê belav kir û got:
“Ramanên min bi kesên jiyana xwe dane û bi malbatên wan re ye. Ji bo şopandina pêşdeçûnan ez bi şaredar Brugnaro û wezîr Piantedosi re di nav têkiliyan de me.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin