Li Hindistanê li Cammû Kesmîrê 8 kes hatin kustin

17 October 2021 00:42 0 dîtin
Li Hindistanê li Cammû Kesmîrê 8 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Polîsê Keşmîrê ragihand ku li Cammû Keşmîrê li eyaleta Pûlwamayê li bajarê Srînagarê bi çekan êrîşê ser du sîvîlan kirin. Her dû kes karkerên koçber bûne û jiyana xwe ji dest dane.

Di operasyona li ser êrîşkaran de 4 kesên berxwedêr hatine kuştin û di operasyoneka dinê de ya li Mendharê jî, 2 leşker jiyana xwe ji dest dane. Di daxwuyaniya polîs de hat ragihandin ku li ser êrîşa li Cammû Keşmîrê de, di nav hefteya dawiyê de ji hezarî zêdetir kes hatine binçavkirin.