Li Hindistanê di pevçûna navbera Kuki û Meitei de 8 kes hatin kustin
PeyamaKurd – Li Hindistanê li eyaleta Manipurê di navbera Kuki û Meiteiyan de şer derket û di encamê de 8 kes mirin û 18 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku berê li Manipurê tiştekî weha neqewimiye û danûsitendin tekane rêya çareseriyê ye.
Li gor ragihandina Hindustan Timesê; li eyaleta Manipurê li deverên Bishnupur û Churachandpurê di nav 72 seetên dawiyê de di navbera etnîsiteyên Kuki û Meitei de şerê çekdarî derket. Rêvebirê hêza paramîlîter yê Assam Rifles PC Nair, got ku di bûyeran de 8 kes mirine û 2 ji wan polîs 18 kes birîndar bûne. Nair weha got:
“Heya niha tişteka weha nebûye. Ji bo me nû ye û ji bo Manipuriyan jî. Tişteka weha di sala 1990an de di navbera Naga û Kukiyan de çêbû. Zahmetiya herî mezin di nav her dû terefan de çek zêde hene. Tekane rê muzakere ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin