Li Idlibê êrîsa hewayî: 6 sivîl hatin kustin!

05 May 2018 14:03 0 dîtin
Li Idlibê êrîsa hewayî: 6 sivîl hatin kustin!

PeyamaKurd- Li Idlibê li “Herêmên ku tundiyê lê kêm bikin” êrîşeke hewayî pêk hat. Di encama êrîşê de 6 sivîl hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.

Duh nîvê şevê li Başûrê Idlîbê li navçeya Han Şeyhûnê gundên El Nukayyer û Oreynîbê hatin hedefgirin. Di encamê de 6 sivîl hatin kuştin û exelbê wan zarok 12 sivîl jî hatin birîndarkirin.

Hat îddakirin ku balafirên şer yên Rûsyayê ji Baregeha Himeymîmê rabûne û ev êrîş pêk anîne.