Li Xurmatû êrîsa hewayî li ser DAISê: 5 terorîst hatin kustin!
PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku di êrîşa hewayî ya hêzên asmanî yên Iraqê li Xurmatuyê de, 5 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û metirsiya DAIŞê li ser navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Kurdistanê jî berdewam e.
Tora Medyayî ya Ewlekariya Iraqê ku derbarê operasyona asmanî de daxuyaniyek belav kir ragihand, hêzên asmanî yên Iraqê li navçeya Xurmatû ku yek ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, êrişeke asmanî li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê pêk anîn.
Di daxuyaniya Tora Medyayî ya Ewlekariya Iraqê de hat diyarkirin, di êrîşa bi balafirên şer ên F-16an de 5 endamên rêxistinê hatin kuştin û herwiha hat destnîşankirin, nasnameya 2 terorîstên kuştî yên DAIŞê hatine diyarkirin û nasnameya 3 terorîstên din jî ji ber ku termê wan perçe bûne nehate diyarkirin.
Herwiha di daxuyaniya derbarê mijarê de hat belavkirin de hat eşkerekirin, dest danîne ser cebilxaneyên rêxistinê jî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin